21’ Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA CÎHANÊ PÎROZ BE!

Lîjneya Giştî Ya Rêxistina Perwerdehî,Zanistî û Çandê Ya Netewê Yekbûyî(UNESCO), di sala 1999’an de ji bo 21’ê Sîbatê bibe “Roja Zimanê Zikmakî Ya Navnetewî” biryar daye û cara ewil di sala 2000’de li her derê cîhanê ji bo piştgirîya pirçandî û pirzimaniyê “21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê” hatiye pîrozkirin.

Li gor daneyê UNESCO’yê 5 hezar ziman jê yên herêmkî zêdetirî 7 hezar ziman tên axaftin.Ji sedî 40’ê van zimanan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Li gorî UNESCO’yê, di hundirê sed salî de zarokê wî zimanî xeber dide li ber tunebûnê be,ew ziman di xeterê de ye û zarokê wî zimanî xeber dide nema be jî,ew ziman mirî tê hesibandin.Li gorî danezana zimanên li ber xetereyê ya UNESCO’yê, li Tirkiyê 18 ziman ji holê rabûye an jî li ber jiholêrabûnê ye.

Zimanê ku ne bi perwerdehiyê lê ji malbat,derdor û civakê tê hînbûn wekî zîmanê zikmakî tê pênasekirin.Dicivakên ku di asta etnîkî û netewî de ne, zimanê di hemû têkilî û karûbarên cavakan de tê bîkaranîn,dibe zîmanê zikmakî yê wê cîvakê.Kesek ji bilî zimanê xweyî zikmakî,zimanekî din,du zîmanê din hîn bibe û pê ragihandinê bike jî, tu car nikare bibe wekî zîmanêzikmakî.Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan Ya Neteweyê Yekbûyî de,perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezintê hesibandin.

Mafê perwerdehiyê ku naveroka wê demokratik û laîk be,rê li ber cihêrengiya çand û zimanan veke û zanistî be watedar e.Ku ne bî vî rengî be tenê ji bo pergala heyî bê domandin dê bê kirin û bicihanîna wê jî dê bibe peywireke ji mecbûrî.

Ji bo pêşketinên civakî û aborî yê welatekî,divêderfetên ku kirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bêne avakirin.Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e.Lewma desthilatdaran ji bo  rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigrin,berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî.Pê re jî perwerdehî û hînbûyina  ji xêndî “zimanê fermî” qedexe kirine.

Mafê perwedehiyê bi her aliyên  xwe pêk bê dê li ser rastiya xwe rûnê.Lewra bêyî rêgezê zanistî û hevpeymanên navnetewî,bi qedexekirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafê perwerdehiyê xapandin e.

Li welatê me bi taybetî zarokên zimanê wan ên zikmakî Kurdî,Erebî,Lazî,Ermenî,Hemşînî,Çeçenî û Suryanî ye ji zimanê xwe tê qutkirin.Di vê nîvengê de 21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin.Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê li her kesî bike jî bêtir bandorê li ser zarokan dike.Ji aliye zimanzaniyê,perwerdehiya zanistî,pedagojî û însanî ve girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e.Bêparhiştina ji vî mafî ya zarokan encamên neyînî bi xwe re tîne û bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike.

Axa Mezopotamya û Anadotoliyê  di dîrokê de bûye dergûşa gelek şaristanî,ziman û çandan.Lê ji ber bi salane polîtîkayên li ser zimanên zikmakî têne meşandin,axa me ber bi çolbûyine ve diçe.

Xwestekên ‘perwerdehiya bi zimanê zikmakî’  ku rêgeza bîngehîn ya perwerdehiya zanistiyê pêk tîne,rastî êrişên nijadperestiyê tê. Li hemberderketina fêrbûn û jiyîna zîmanê zikmakî li hemberdeketina zanistiyê ye.Bi hinceta ku ‘welatê parçe bibe’, li hemberderketina xwesteka bi milyonan zarokên ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin nayê pejirandin û wekî ‘tawan’ dîtina vê xwesteka rewa jî ne rast e.

 

Zextên li ser ziman,çand û baweriyên ku hebûna wan tê înkar kirin hê jî didome.Daxwazên perwedehiya bi zimanê zikmakî bi her cure tundî,zext û girtina re rû bi rû dimîne.Polîtîkayên ‘Senteza Tirk-Islam’ ê ku berdewamiya feraseta 12 Îlon’ê dike nahêle ziman ,çand û baweriyên gelan heyîna xwe bidomîne.Û bi vê jî dixwaze polîtîkayên ku cûdatî û dubendiyê dîke nava gel pêk bîne.

Bi milyona zarok ji mafê xwe yê bingehîn bêpar 21’ê Sibat’ê Roja Mafê Zimanê Zikmakî pêşwazî dikin.Divê astengiyên li ber perwerdehiya demokratîk,cemawerî,zanistî,laîk û bi zimanê zikmakî bê rakirin.Mafê her mirovî yê axaftin,pêşxistin û perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî heye.

Wekî Platforma Ked Û Demokrasiyê ya Amedê, em 21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikamkî  li hemû gelê cîhanê û Tirkiyê pîroz dikin û em dixwazin ku hemû astengiyê li pêşiya çand û zimanan bêne rakirin.